Îro cejne ... Kamran Simo

حجم الخط: Decrease font Enlarge font

 

Dayê

dibêjin îro cejne

di berbanga cejina şadiyê de

kenê min didizin

hêviyên min dikujin

keskexeyalên cejna min tarî dikin

lê cejnên min û van kujeran ne yek in

cejna şadiyê cejna min e

û wê cejnê li te û pakrewanên te pîroz dikim

dayêêê

dayê

ez cejna kîjan bajarî bikenîn im

cajna kolanên Til Eran û Til Hasilê

rondikên goristanên Dêrikê

dîlên Girê Spî

yên di rojavayê dilê te de digirîn

an

janejehra xencera li Amûda birîndar ketî

ma dikarim

zarokên çavzeytûniyên Efrînî

birîndarên di dorpêça Kobanî de hiştî

bikenîn im

dayê

çawa

cejnên Heseka westiyayî

û Qamîşloka birçî pîroz bikim

dayê

pêlên nependî

hestên gihiştina te

di deriya dilê min de hişiyar dikin

ez ê

bi pîroziya wan pêlan

cejna lehengên Rimlan û Tirbe Spiyê

yên cejna ken û şadiyê nêzîk dikin

diyarî te bikim


08.08.2013


 

Kamran Simo Hedilî

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة