Ezbenî! Em Li Hêviya Heyamekî Nû Ne... Konê Reş

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

 

Ezbenî! Min bîr ne dibir gelo çima; 
Beriya Mêrdînê, deşta Sinceqê,
Deşta Sirûcê û çiyayê Kurmênc 
Di hewşa mala min de radizên?!
Qamişlo, Amûdê, Dêrikê, Efrînê û Kobanî..
Her êvar li min dibin mêvan?!
Erê, min bîr ne dibir çima; 
Darên Beriwa ji ser çiyayên min direvin û 
Darên Çinarê, ewên kevnar, didin pey wan..?!
* * *
Ezbenî! Em bi hêviya heyamekî nû ne; 
Heyamekî, ku em porê serê wî 
Bi çîrok û çîvanokên kevin û nû 
Şeh bikin û bihûnin..
Kirasê wî ji kul û derdan daweşînin..
Erê pêwistiya me bi heyamekê nû heye 
Heyamekî ku ji tirsê ne tirse û 
Bi cegerdarî karibe; 
Di ser agirê gurr re çemke û bibeze pêş..
Erê, em bihêvîne ku careke din 
Kaniyên çemê Xabûr der bibin û vebin 
Av di best, cog û newalan de biherike..
* * *
Ezbenî! Em bi hêviya bahozekê ne ku
Zimanê me bihejîne û 
Bend û lelan bişkîne..
Bi hêviya ronahiyekê ne ku
Em canê xwe bispêrinê û rehet paldin..
Bi hêviya çiyayekî ne ku
Pêve hilkişin, dinya û alemê bibînin û
Kul, eş û birînên xwe nebînin..
* * *
Ezbenî! Ne hêsane ku ez dergehê gotinê bigirim û
Bilivim pêş..
Ne tu radiweste ezbenî û
Ne rê bi dawî dibe..?
* * *
Erê ezbenî! 
Çendî spîbûn bi tirse?!
Bi tirse ku; 
Em sayebûna wê bi tariyê 
Bilewitînin..
* * *
Ezbenî! Dîroka me şilfîtazî li pêş me dimeşe
Bi dawîbûnan dagirtiye.
Kêm rûpel di tûrikê wê de parastîne
Kêm pênûsan li ser lat û zinarên wê 
Nivîsîne..
Dîroka me bi keser derbas dibe,
Bi girî rojên me di buhirîne.. 
Zimanê me; toşî talanê bûye û dibe,
Ji devê me dizîne û didizin.. Û
Wiha bê dergevan, 
Bê dost û yar em mabûn..
Bi tene çiya, çiya dost bû 
Heval û hogir bû û dost maye..
* * *
Ezbenî! Hawara Xelefê Şûvî
Ji mîr Bedirxanê Botanî re
Zindî ye: (Ez Xelef im, Xelef im
Ez Xelefê Şûvî me
Xwediyê şûrê sedef im 
Hawar e Mîr hawar e Mîr
Yezdan Şêr begê Botan e..!)
Nerazîbûna Xelefê Şûvî 
Bi mîrîtiya Yezdan Şêr, 
Wefadarî û mêranî ye..
Îro roj pêdiviya me 
Bi kesên wek Xelefî Şûvî û


Hawara wî hêjî heye..
* * * 
Erê ezbenî, bela heyv were!
Bela dem were û çerx û dewran 
Bifitilin..
Bela heyv were û bi me re meyê 
Vexwe,
Xwe dûr neke û çiva nede xwe
Çendî ewir tarî be nikare heyvê veşêre..
* * *
Were baranê were!
Tofan bi derengî ket
Kûpê çiyayê Cûdî hêjî spî xuya dike
Gundê Heştêyan, bajarê Şernex û Cizîrê
Lavijên Botanî dixwazin..
Stranên me sarbûne..
Awazên me ziwa bûne..
Êdî nema Mihemed Arif Cizîrî 
Strana Eyşana Elî dibêje û ne
Gerabêtê Xaço Strana Lawikê Metînî


Dinuhirîne.. 
Bibare baranê bibare


Şuristê vejîne,
Keskahiyê bi ser me de bibarîne..
Bela careke din kevoka aşîtiyê 
Şaxekî darzeytûnê bi nikilkê xwe
Di asmanê welatê me de bigerîne,


Destpêka dîrokek nû


Di Rojhilata Navîn de biçîne û


Heyamekî nû bi ser me de bişîne


Erê heyamekî nû..


 


Konê Reş


 


Qamişlo

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة