Carnan 2 .. Kamran Simo Hedilî

حجم الخط: Decrease font Enlarge font

 

carnan

ez şevên xwe yên tarî

bi roniya efsûnî ya bajaran naguharim

kurtepista wê ya tijî nehênî

bi hemû stranên dengxweş naguharim

şadiya di dengê xwedewenda şevê de veşartî

bi ti sema û govendan naguharim

wê tenahiya ya ku ez fêrkirim

di tenêtî û xilmaşiya xwe de bijîm

bi ti seyrangehan naguharim

carnan

giriyê şevê

dipale ser giyanê min

vîn û evîn

di nav dîwarên helbestê de digirîn

bêhna darên pelsor tê min

darên bi xwîna evîna evîndaran rengguhartî

ez di wan kêliyan de jî

dilopên çavên xwe

bi kenê rastîveşartî naguharim

carnan

berî li xwe û afirîner bigerim

li ser baskên ferişteyan stranan dibêjim

li keviya çemê dildaran

bi cezbê dikevim

deng ji dora min direvin

hizir û raman dipeyîvin

ez bêzimaniya xwe ya wan kêliyan

bi herika ti zimanên serdest naguharim

carnan

bêhna boxara hurmûzgehên

agir temirî hîs dikim

pêlên dilê min diherikin

di rûbarê dilê yaran de dibin derya

dibime oldarê ola winda

derwêşê şikefta xilwetê

ez di wan kêliyan de ol nenasiya xwe

bi ti olên kujer naguharim


21.06.2013

 

Kamran Simo Hedilî

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة