Bûyarên Zaxo û pirsgrêka Êzdîyan ... Eskerê Boyîk

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

Bûyarên êvara 2 ê Kanûnê li bajarê Zaxo dest dan bi rastî jî cîyê fikirandinê ne. Dîdemên wê êvarê dil û ruhê min ser û binî hev kirin…Eva çend roje ez kirime nav fikaran.

Ewê rabûbûn gişk gênc bûn.

Pêşîroja her welatekî, ya her gelekî gêncin.

Ma ewqas xezeb, kîn, neyartî ji ku dilê bi hezara wan gênca da kom bûye, ku hazir bûn bikujin, bişewitînin, talankin, wêrankin...

 Ma, di nav wanda qet kesekî xweyîwîjdan û hevkî sar bifikire nîbû ku rabûya dijî wê malwêranîyê.

Ma eve perwerda dibistan, zanko, mizgeft, malbet a… Perwerda civakê, rewşenbîryê, bawarîyê?

Perçê Kurdistanêye din bûya meyê bigota perwerda dagerkiran e, lê Başûr? Ka ew edebyet, çand, perweda pêşvaçûyî ku hevalên meye Başûr wusa pêra firnax û kubar dibin.

Lê ku ma weletparêzî, kurdayetî, berpirsyarîya wan li  himber qedera welêt û gelê xwe, ew jî li vî halê Kurdistanêyî giran da?

Ne ewin şûndarên wan pêşmergên qehreman ku bi xûna xwe, hîmê vî perçê axa azad danîn.

Ma ev genc kar nakin? Naxûnin? Mijûlbûna wan nîne? Xêncî mizgefta êdî cîyê mijûlbûnê nîne?

Eger ew dukan, rêstorant û otêlên  meyexana bi rastî aramî û ewlekarîya herême ra dest nadin, gelo ni karibûn bi dewletî, hukumat goveka wan teng bikirana.

 

Lê xemgînî ne ewqas ew bûyarin. Welat  nûva ava dibe, cîyê xwe digre, tiştê nû ji xwera şaşî û çewtîya jî tînin, hukumdarî jî bê xeletî nîne, bûyarên wa jî karin  dest bidin.  Gerekê Serokatî, hukumat, organêm navxweyî hişyar bin û rê li bûyarên wa bigrin.

 

Pirsgirêka sereke, ku cîyê tirsê ye û carke din jî derkete holê halê Kurdên êzdî ye.

Xirîstîyan, cihana xirîstyanîyê pişt wane…

Di nav gêncên wa da halê êzdîya wê çawa be?

Ew çawane pirobilêmê navxweyî yên Îreqê li ser serê Êzdîyan tên şkênandin… Zikê yekî dêşe dibêjin êzdîne gunekar, sûcê êzdîyane. Çima bi goveka Îreqê da têrora here mezin van salê dewyê li civaka Êzdîyan hate kirin…Çima 24 karkirên Êzdî cîyê bêsebeb, erebê, ji nav karkirên din bijartin û ji bo êzdîbûna wan birin bajarê Mûsilê û ber Mizgeftekê kirin qurban? Çima, bûyara keça Êzdî, wek birûskê di esmanê rojhilatê da  wusa jî di nav civaka Kurd da dijî êzdîtîyê teqîya? Ne salê bi seda bûyarên wusa hema Herema Kurdistanê da pêk tên.  Çima heta niha Êzdî Şengalê da, ji bo kurdîtî û bawarîya xwe, ne Ereb wan dibine xweyî, ne Kurd,  di dorpêça têrorê da, dengê hewar-gazîye wan nayê bihîstin?Çima Îslama sîyasî jî Êzdî ji xwera kirine hedef.  Çima bi banga melakî /dibe sûcê mala jî nîne/ bi deha hezaran gêncên Kurd  radibin û bi neyartî berê xwe bidin Kurdên Êzdî.

Dema van bûyara didî rêzê, dibînî ku  ev bûyar tiştê nişkêva nînin, ku karin serê her civakê jî bên…    Sebebê wan bûyara heye, bingeha wan kûr û dîrokî ye. Derheqa wê bingehê da xwe kerkirin yan jî bi zanebûn neditin,kare bûyarên hê mezin pey xwe bînin.

 Bi dewr-zemana dagerkiran vîrûsa dîndijminatîyê, bi çîrok û serhatîyên xweye derew e, sexte, bi je‘r û kînê, bi zanebûn kirine serê kurdan, bira li hev kirine neyar.

Nan, destkuj, nav, heta xwerina  xêra bavê hev jî ji hev heram kirine. Kuştin, talankirina hev helal kirine…

Xelk vê dewra 21ê ya zanestî da diçine ser steyrka, hîvê, kurd hê jî li fînd û fistikên dagerkiran yên dutîretîyê nehisyane,  ji je‘r û kîna dindijminatîya navxweyî xikaz nebûne.

Dîrokê ewqas neheqî, qetlyam, zor û zehmetî anîye sere kurdan, Kurd qet rastîya xwe nehisyan? Dost û dijminê xwe ji hev cuda nekirin?…

Ma êzdî ne dagerkirên Kurdistanê? Êzdîya Kurdistan nava xweda perçe kirine, nahêlin dewleta Kurda çêbe?

Ev qetliyam, kuştin, wêrankirina gund û bajarên Kurdistanê bi destê kêne? Înkarkirên ziman, nav û nasneme,  kokbirên kurdîyatîyê kêne?

 

 Ma çend Êzdî li Kurdistanê mane, wan jî ji cî-warê kal-bavên wan bajon, derxîn, çolêxin, bira herin, nava gelên dida bihelin, kutabin, biqelin…

Şengalê jî valakin, bira xelk bên bibin xweyî.

Çika çiyê bikeve kîsê we?

 Xwestina dagerkira jî ewe.

 

***

Eyane, ku bi dewr û zemana, pirsa Êzdîyan di nav gelê Kurd û Kurdistanê da pirsa here dijwer û bi êş bûye  u  iro ji dimine. Xûna evdên bê sûc û gune ji wê pirsgirêkê diniqite. Eger hevekî bi rastî û bi çavê vekirî, mirov dîroka Kurdan û bûyaran binihêre,  texmînkirin dijwer nîne kû timê jî ji bo berjewandyên der, kara xelkê, ji bo deshilatdarî, bîr-bawaryên xelkê kurd ketine qirka hev, hev qir kirine, tifaq û yekîtîya xwe kavil kirine û li bin destê wan da mane…

Hukumdarên Kurdistanê ku pirsgrêkên xweye navxuyî, nerazîbûnên xelkê li Kurdistanê kerkin, dutîretî kirine nava êl û eşîrên  Kurdan,  kurd rakirine dijî hev. Dûtîretîya here rehet li ser bingeha olî fermanên komkujîyên Êzdîyan bûne…Ferman ji derê Sultana, Xelîf, Şah û padşah  hatine.  Pêkanîn jî maye hîvîya Kurdên cahil… Bi banga  „yekî“ wak  „yê“ vê carê,  xelkên nezan e cahil rakirine û bi kuştin talan ajotine ser cî û warên Êzdîyan…

 Kurda kurd qir kirine, xûn kişyaye, mala herd alîyê kurdan jî wêran bûye, hinek axa, beg, oldarên xweyî hukum ji talên zengîn bûne, bûne xweyê milk, cî û warên Êzdîyan, neyar û dagerkirê Kurdistanê xurt û qewat bûne, qeyd-zincîrên bindestîyê, hêsîrîya gelê Kurd nû, giran û zexm bûne,  xelkê feqîr di wê navê da pelçiqîne, ji kirina xwe poşman bûne, lê êdî dereng bûye, xelkên êzdî  jî, yê ji qetlyamê sax mane cî û warê pêşîyên xwe terikandine, revyane xerîbîyê…

Pêwîst nake ferman û komkujyên ser êzdîyan bidine rêzê…  72 ne yan 1072… Dîroke, bûne û çûne.  Her kes jî zane ku dîrok bi mînakên vî teherî dagirtîye…

Em tek vê sedsala dewî mêzekin.

Serhed, ku yek cî û warê Êzdîyan yê herî girîng bû heta sala 1920 î êdî bê Êzdî ma, dewsa bi seda hezara  êzdîyên Xaltî,  Torê, Wêranşeherê, Cizîrê niha çend kal-pîr li ser wara mane, Başûr-rojava da ber nemamê ne, Ji Başûr jî ku reva êzdîyan wa berdewan bike çend salê dine wê Şêxan û Şengalê jî bê êzdî bimînin…

 

Pasê?

Ne Êzdî jî Kurdin?

Dilê kesî  ji tiragêda vê civaka kevnar qet naêşe?

Dîrok nabe ders?

***

Ez li welatê Sovêtê, di nav rewşenbîrya kurdên Ermenistanê da mezin û perwerde bûme. Kal bavên  me qir-bir, komkujî, neheqîya salên 1915-1920 î bi çavê xwe dîtibûn, li nav xûna nefer û zarokê xwera derbas bûbûn.

Axîna wan welat bû. Di nav salên jîyana Sovêtê da rastîya dîrokê hisyabûn, ku sebebê tragêdîya wan û tragêdîya temamîya gelê kurd dagerkirin.

 Xerîbîyê û hisreta welêt tê bêjî ew dijwerî wana  dabû jibîrkirin. Perwerda welatê Sovêtê, bi rastî jî wek ava kanîke zelal bêy jer, kîn û  narkotîka olperestîyê, miletçîtîyê. teyfebazîyê bû, merivhizî bû, xebathizî, welathizî, azayîhizî, cînarhizî bû… Derheqa gelekî yan bawarîkî da xirab fikirandin, gotin, nivîsar tiştê here xirab û sûc hesab dibûn…

Civaka me: Kurdên musulman û êzdî wek bira bûn. Tengayê û fireyê da zû digihîştine hev,alîkarya hev dikirin, dilê wan li ser hev dêşîya. Ez bawar nakim civakeke kurdaye wusa tifaq, yekgirtî, yekmerem carke din, cîkî din, di nav Kurda da bicive, çêbe.

Rewşenbîrya me welatparêz bû, milethiz. Her yekî dixwest anegorî mecalê xwe ji bo pêşxistina edebyet, çand, hunermendî, yan bilindkirina navê gelê xwe tiştekî bike…

Gelê Ermenî welatê xwe, ziman û kûltûra xwe gelekî hiz dikin, berjewandîyên gel û weletê xwe li ser her tiştî ra digirtin. Gelek tişt me ji wan hilda, em ji wan hîn bun.

Xewn û xiyalê me, sond û due’a, zîyareta here bilind me ra Kurdistan bû, azadîya Kurdistanê.  Reste di nav rewşenbîra da sarbûn, ji hev xeyîdandin, ji hevra nexwestin, çevnebarî û hevsûdî hebû lê hindava Kurd û Kurdistanê da ez heta îro jî bawar nakim dilê yekî da hema niqitkek qelpî hebya…

Sovêt hilweşîya. Hidûd vebûn. Her tişt ser û binî hev bûn. Me gelek tiştê qenc û xirab dîtin…

Payê hevalê me yê pirê hisreta dîtina Kurdistanê dilada çavê xwe heta hetê girtin…

Iro ez li ber texte rûniştime, dibêjim: „Xwezî dewî wê xewna me nehata“. Xwezî min ev bûyar nedîtana.

Xewna Kurda ya hezara sala mîaser dibe û bi bûyarê wa hinek “kurd” ji bo berjewendîyên xwe, yên şexsî, hizbî, olî destê neyara da dibin hacet dijî wê xewnê, li ser wê rê dibin kelemê xetar…

 

***
  

Berê ewil gerekê helwesta serokê Herema Kurdistanê Mesût Barzanî bê şêkirandi û silavkirin. Gelê Kurd ra cîyê şabûnê û şahnazîyê ye ku yekî wek kekê Mesûd Barzanî, vê dema ji bo gelê Kurd dijwer li ber çerxa qedera gel sekinîye…Xwedê piştovanê wî be ku karibe wî welet û gelê feqîr ji vê hezeka der-doran û  ji vê jer û gemara neyarên Kurdistanê yên der û hundur derxe, biparêze, xilazke.

Vê bûyara Zaxo da Serok Barzanî wek bavekî xemxur gilyê xweyî heqîyê got. Rêya rast destnîşan kir, cîyê teva nîşan dayê…

 

Çi jî hebe, gerekê bê gotin,  çareserkirina vê pirsgrêkê, dîndijminatîya ku nav kurda da heye ya serokekî, hêzekî nîne… Pirsgrêka Êzdîyan di nav gelê Kurd da bi fermana, bi zorê nayê çareserkirin. Eva pirsgrêka bi bingehek dîrokî û kûre. Eva tenê li Başûr nîne, pirsgrêka temamya gelê Kurd û Kurdistanê ye..

Gelê Kurd gerekê bi civaka xwe, rewşenbîr û dîndarên xwe, dibistan û zankoyê xwe, bi biçûk û mezinê xwe, bi sîyasemendar, serokeşîr û serokdîndarê xwe derheqa vê pirsê da bifikire û rastîyê anegor berjewandîyên Kurd û Kurdistanê ber gel veke…

 Eger dixwezin çareserîk vê pirsgirêkê ra bê dîtin, êzdî jî karibin wek hemû Kurdan welatê xwe Kurdistanê da serbest bi erf-edet, rabûn-rûniştandina xwe, azad, serbilind, bê tirs û xof, bê cudatî bijîn gerekê ji alyê gelê Kurd va (musulman-êzdî…) karekî dûr û dirêj bê meşandin.

 

***

Bira gelê Kord, gelê min, min biborîne ji bo van fikirê mine hişk.

Lê ezê gazinê xwe li kê bikim? Dilê xwe li ber kê vekim?

Kal bavê me xûna hev rêtine, welat xelkê ra ava û çê kirine.

Vî perçe axa welatê me da bihar vebûye, werin em vê carê qatî wê bihara xwe bin, tifaq- aşîtîya mala xwe bin, welatê xwe ava bikin.

 

14.12.2011

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة