Gelek kes ji min dipirsin û dibêjin, ka meriv ji kî/ê ra dikare bibêje „akademîsiyena/ê Êzdî“?

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

Bersiva min ji bo wan xûşk/ birayên hêja, weha ye:

 

Li goriya Êzdînasîna min, gava kesek xwe weke „akademîsiyenê/a Êzdî anjî Êzdîtiyê“ bide naskirin, divê ew kes bi hindikayî bikaribe dîrok û giringiya Xwedawenda(symbolên olê), alim, xas û qelenderên( Qewal, Koçek, Fuqre, Pêşîmam, Mîr,  Xwa Axretê, Birê Axretê, Şêx, Merebî, Feqîr, Pîr ûhwd.) Êzdîtiyê bi evdan bide nasandin.

 

Bi dîtina min,  gava keseke/î „akademîsiyenê/a Êzdî“ di nav mîtologî, çand û kultura Êzdîtiyê de mezin nebûbe,  anjî şahdeyî-dîploma xwe ya „akademî nasînê“ li derveyî nasîna dîrok, çande, ziman, ol û civaka Êzdîtiyê standibe, hingê meriv nikara ji wî/wê kesî/ê ra bibêje „akademîsiyenê/a Êzdî“.

 

Hêvîdarim bersiva min têra Êzdînasîna we bike  û  hûn bikaribin nêrîna xwe, ya ku cûde be jî ji min ra bişînin!

 

Silav û rêz

 

Kemal Tolan

 

20.12.2011

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة