Êzidiyên bakur û …..Daxwaziye milk û milakan / Amer Çelik

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

 Berî salekê heye ku me li ser ferman û zordariye li ser Êzidiyan, di bin navê Êzîdî û dijwariyê jiyanê, pênc(5) xelek nivîsîbûn. Di xeleke3-5 de me gotibû; çarsed salên hukmdariye Osmaniyan şer û zordarî li ser Êzidiyên bakur rojekê jî nevemirîbû. Bi taybetî li ser kurdên Êzidî yên herêma Batman, Bişêrî û Wêranşarê. Xwedê giravî osmanî hilweşiye , Kemal û Îsmet hatin, bi arîkariye kurdên comerd Yewnanî Şkênandin, paşê jî navbera M.Kemal û Kurdan xerab ket. Wekî kurd dibêjin ku sosa xwe bi kurdan re xerkiribû.

Pêwîste ku em têbînîyekê diyar bikin ku, du-sê caran fermana kurdên Êzidî li bakur rabûye ji sedemên ku wan Xiristiyan parastine. Çîrok û serpêhatî  di nave kurdên Êzidîyên bakur de li ser wan komkujiyan  têne gotin. Her weha Êzidî dibêjin ku zêdetirî heftsed(700) mêr û jin Êzidî di du mihan de, hatine kujtin û windakirin. Ev roj û mihên tahil û dijwar di destpêka çerxê bîstan de qewimîne. Sedemê ku wan li  Şingal ,Bişêrî, Batman û Bagok, binya xetê,  Ermenî parastine?.....

Dibe ku xwendevanên me yê hêja bibêjin, ev çend hevokên tahil çima têne gotin!...Yan bibêji; Ji bo çî îro hatine gotin?!.... Dixwazim bibêjim ku dema navbera Mustefa Kemal û kurdên comerd xerb ketbû, yan em wekî kurdan bêjin ku Kemallisimê peymane xwe bi kurdan re xerakiribû. Dijwariye Turkan bi destê kurdênpaşveru û hevalbendên Turkan, darê zor û zordariyê li ser kurdên Êzidî zêd û dijwar dibû.  Kurdên Êzidî jî nema dikarîbûn xwe ji zordarî û dijwariye bi pîlanên hukimdarên Turkan û destê  mêrkujên kurdên hevalbendên hukimdaran xwe biparêzin. Êzidîyên Kurd ji ber zordariyê bazdidin û koçberî rojava û başûr dibin.(Helbet li ba Êzidiyên başûr û rojava bi cih dibin.) Çavkaniyên wê demê dibêjin ku ji sedî 30% kurdên Êzidî cih û war, milk û milakan di cih de dihêlin û koçberî baŞûr û rojava dibin.

Êzidiyên bakur kengî dest bi koçberiyê kiriye…? Em dixwazin ku  koçberiye çerxê bîstan de bihes bikin. Lewma jî em pêwîst nabînin  ku em koçberiye ber bi welatên Rusiyê ve bînin ziman.

Têbînî:Êzidî heta salên 1960 jî koçberî welatên biyanî nebûne. Ev koçberiyê ku em behs dikin. Ji welatê xwe bakur koçberî welatê xwe rojava û başûr dibin.Helbet ev koçberî  çend malbatin, (ji sedî 20-30% ji hijmare wan ya wê demê.) Ew koçberî ji sê eşîrên serkî tê.

Li gorî çîrok û serpêhatiyên di nav civaka kurdên Êzidî de tê gotin, ku di destpêka çerxê bîstan de Êzidiyên bakur ji sedî 20-30% ji Êzidiyan koçberî başûr, rojava(Binya xetê) bûne. Koçberiyê ji sê eşîrên serekî, dest pêkiriye  eşîra, Xaltan, ku piranî ji Batman û Bişêriyê  koçberî Şingal bûne û bi taybetî li gundê Xana-Sorê bi cih dûne. Xaltan koçberî Rojava li Derûdorên Hisiça,Amudê,Tirbespiyê jî bûne û bi cih dibin.Şerqî û Dinan jî, ji Wêranşarê û Batmanê koçber dibin û li Xana-Sorê bi cih dibin(Şingal). Lê piraniyê Şerqiyan li rojava li derû û dorên Hisiça û Amudê bi cih dibin,  eşîra Çelkan jî ji Bagokê, ji gundên derûdorên Mêrdîn, Midyad û Nusybinê koçberî  gundên der û dorên Şingal dibin, lê piraniyê Çêlkan koçberî rojava  li gundên der û dorên Tirbespiyê ku bi navê binya-Xetê tê naskirin, bi cih dibin…

Helbet koçberî û warberdan wêranî û malxerabûne!...Dema ku ew merdalên kurd mecbûr dibin ku bazdin û koçber bibin. Mal û milkan ji bo nebaŞan dihêlin. Tê gotin ku diz û tewankeran bi arîkariye hevalbendên xwe yê hukumdar, êrîŞ di birin ser malbatan  malê û milkên wan li xwe hevpar dikirin.(Helbet bi devê Melên nebaŞ û nezan mal û milk, hate jin li xwe helal kiribûn.). Zêr, zîv, keriyên mihan, Bizinên hilik,Garanên Ga û çêlekan…. ….

KuŞtin û wêranî!?.... Evên ku me behs kirin tev têne ji bîrkirin, wek ku bav-kalan dibêjin; „Malê diniyayê qirêje destan e“  Heta ku qûrbaniyên dane hatine û têne jibîrkirin!....Lê yê ku nayê ji bîr kirin „XAKe“ !!!.... Ji Bagok, Nusaybin, Midiyad û Mêrdînê heta bi Batman, BiŞêr û wêranŞarê xake(erdê zeratê) yê wan merdalên  ku ji ber zolm û zordariyê dakirkeran, hukmaran, çete û tewankeran koçber bûbûn. Erdê wan yê zeratê di  bin bandora axa û kurdên hevalbandên hukumdaran de ye. Helbet ew xelkê ku koçber bûbûn dokmetên xwe (dokmetên erd-Koçan) bi xwe re koçber kirbûn.

Îro roj  tê gotin ku xwedê giravê hekumete Turk qanunek taybet ji bo Êzidiyan û Xirstanan derxistiye . Ev yase han(qanun) mafê winda li xwedan vedgerine. Eger ev yase han lîsteke ji lîstikên hukumdaran be jî, ne Şerma û ne jî guneye ku xelkê cih û warê xwe berdane, bibe destek ji bo mafê winde veger û ew xelk jî veger ser cih û warên bav-kalên xwe. Bi vê mebestê gelek ji xelkên vegeriyan welatê xwe û gundên wêran bûyî dîsa ave dikin. Îro roj bi dehan daxwazên milkan li herêma, Nusaybin, Midiyad û Mêrdînê. Li Batman, BiŞêrî û wêranŞarê ketine dezgehên wan herêm û bajaran. Lê ez pêwîst dibînim ku em bi rastî bibêjin û bi nazdarî lihevudu guhdarî bikin. Ne ŞaŞdariye û ne jî bêbextiye ta ku em bibêjin ku gund û milkên kurdên Êzidiyan ji 99% li wilayeta  Mêrdîn ê û Batmanê di dest û bin bandora Kurdên hevalbandên Turkan de ye. Me ne bihîstiye ku malbate Turk ji welatê Turkan hatiye û bi darê zorê ketiye gundên kurdên Êzidî û li milkên wan maye asê. Helbet ew mirovên kurd ku ketine gundên Êzidiyan, hevalbendên hukumdaran e(Hekumete-Turk) Belê ewin yê ku me li jor li ser wan lêkiriye û gotiye ku ji zordariye wan ew Êzidî merdal û perîŞan bûne, koçberî baŞûr û rojava bûne. Pêwîste ew kurdên hevalbendên hukumdaran, milk û milkên kurdên Êzidî li wan vegerînin û lihevhatineke biratî bînin rojevê, rûpêlên biqirêj, yê tehl û dijwar biçirînin û rûpelekî nûjen û sipî amedebikin ta bikarîbin bibiratî bihevre bijîn. Ne kurd û ne jî kurdên hevalbenê (h.. ..)nikarin ji hev dûr bikevin. Jiyane wan hevbende(ortaxe) çarenûsa wan yeke!....

Qîrînek

Qîrîne me bila bighe xwedan soz û paymanan. Qîrîne me bila bighe kurdweran, Şardar û xizmetkaran. Bila bighe xwedî bext û bextweran… Bila qîrîne me bighe Xanima delal û zane,bila bigha dayîkên xem-xwaran, bighe canikan!…..

Qîrîne me here guhên siyastmedar û berlemanan.

Daxwaziyê arîkariyê ji hemu kesên bi rûmet,yê xwedî bext û bawerî dikin. Ta ku gundên xêrxwazî û azadiyê ave bikin !!!!....

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة