Çengiz Çandar, Divê Kurd dewleta xwe damezirînin

حجم الخط: Decrease font Enlarge font

Hevpeyvîn: Seyîdxan Kurij – Bottrop


Rojnamevanê Tirk ê navdar Cengiz Çandar di hevpeyvîneke ligel Rûdawê

de fikrên xwe derbarê siyaseta Dewlet Tirk û Pirsgirêka Kurd de anîn

ziman. Çandar got kî bêje bila bêje, dawiya dawî Tirkiye dewleta netewî

ya Tirkan e û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan jî pêwîst e ku Kurd

dewleta xwe ya netewî ava bikin.


Hûn demek direj ji bo rehmetî Turgut Özal şewirmendîyê kirin. Niha Jina wî û kurê wî dibejin Özal hatîye kuştin. Hûn çi dibêjin?


Ez dibêjim, mirina Özal mirinek normal bû. Ew nehat kuştin.


Wekû tê zanin 1988 an de kongreya ANAPê de kesek gule berda Ozal û Ozal birîndar xelas bû. Li gor ragihandina sekreterê wî yê wê gavê Ozal hêzên kû ew kiryar amade kiribûn ew tespît kiribûn.


Rastê birêz Ozal hêzên kû dixwastin wî bikujin ew tespît kirin, lê neçu li ser wan. Her cara kû me qala ew biryarê dikir, wî nedixwast em li ser cê babetê bipêyivin. Ewî ew biyar koandibû û dîtibû kû ew diçe digihije dewletê, digihijê cîhên pir hesas. Ji ber wê ji dev jê berda.


Kî dixwast Özal bikujin?


Hêzên statukoperest, hêzên kû nedixwast Tirkîye were guherandin, hêzên kû berjewendîyên wan ketin taluke. Ew hêz ango ew rexistin, ew dezge li Tirkîyê xwedî desthilatdarîyê bûn, nedixwastin desthilatdarîya xwe wenda bikin.


Di sala 1993 an de Abdulah Öcalan li Bar Aliesê civînek çapamenî pêk anî û hûn ji çûn ew civînê, lê piştî civîne hûn bi Öcalan va tenê qisêkirin. Her tim hat gotin kû hûn bi navê dewletê bi Öcalan va qisê kirine.


Na, ew ne raste. Min bi nave xwe bi Öcalan va qisê kir. Raste ez şewirmendê Turgut Özal bûm. Lê ez wek rojnamewan çûm Lubnan. Gava ez diçum, min Ozal ra got kû ez diçim û ez dixwazim bi Öcalan va qisê bikim. Ewî tişt negot. Min dixwas bizanibim gelo tiştek Öcala nikaribu di civîna çapamenî de bêje û dixwaze ez biçim raste rast Özal ra bêjim, heye an na. Gava me Öcalan va tenê qisêkir. Ewî dizanibu, tiştek em li vir qisêdikin, ezê Ozal ra bêjim.


Hûn çi qisêkirin?


Ez pirtuk dinivîsim. Ji ber wê bila ew li cem min bimînin. Le ez dikarim bêjim tiştek me ew roj qisêkirin, ji tiştên kû îro tên qisêkirin paştatir bûn. Îro ew tiştan pêştatir tişt di raya giştî de tên qisê kirin.


Di Serê Turgut Özal de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd projeyek hebû?


Belê, Özal dixwast berê efuyek giştî derxîne. Ewî dixwast xercî rêvabiran hemû şerwanên PKK werin efu kirin û bikaribin polîtîka bikin. Lê Ocalan ji pêva hemû rêvabirên PKK ji dikaribin di nav pênc salan de ji ew zagona sûg bigrin.


Di derheqa Başûrê Kurdîstanê de çi projên Özak hebûn?


Di derheqa Iraq û Başûrê Kurdîstanê de projeyên Özal projeyên demdirêj bûn. Ewî dixwast Saddam ji desthilatdarîyê were durxistin. Ewî piştî hilwewandina desthilatdarîya BAASê li Iraqê Kurd wek hêzên hevpeyman dîditin. Lewra ewî Başurê Kurdîtanê wek axek Osmanîyan dîdit û Kurd ji wek mirovên, birayên hemwelatîyên Tirkîyê ango Kurdên Tirkîye dîdit.


Hertim dihat gotin kû Özal dixwast Misul dagir bike û bi Kurdîstana Başûr va Federasyonek dava bike.


Na, tiştek ûsa tunebu. Ozal hertim digot, petrol bela tîne serê xwedîyên Petrolê.


Em werin li ser pirsgirekên rojane. Li gor we pirsgirêka girîng ya Tirkîyê îro çi ye?


Pirsgirêka Tirkîyê ya heriî girîng rawestandina dengê çekan e.


Ew çawa pêk were?


Xwe pirsgirek ew e. Lê ez dinivîsim û rêvabirên dewletê ra dibêjim. Dive li ser vê meselê danûstandin hebin. Divê bi Öcalan va were qisêkirin, divê bi DBP va were qisêkirin. Divê bi hemû alîyan va were qisê kirin. Kî dikare ji bo rawestandina dengê çekan rolek erenî bilîze, divê bi wan va danustandin, axaftin bidome. Ew danustandin bawerîya Kurdên heremê kû dixwazin pirsgirek bi rêya sîvîl û aştîyanê çarser be, geş dike, cesaret dide wan.


Hêzên sîvîl û aştîxwaz yên Tirk û Kurd ji bo rawestandina şer, ji bo ber lê girtina rijandina xwîn dikarin bi hevra çi bikin?


Hêzên aştîxwaz û sîvîl yên yên Kurd û Tirk çalakîyên xwe pêk tînîn. Car cara bi hevra çalakîyan pêk tînîn cara cara her alî biserê xwe kar û xebata xwe didomône. Her kes pozîsyona xwe digre. Lê hêzên kû em nikarin xwe bigihijînîn wan , hêzên tarî kû bedewam kirina şerê de berjewendîyên wan hene, ew ji li ser karê xwe ne, ew ji karê xwe berdewam dikin. Divê em firsat nedin ewana. Divê em atmosfera aşitî geş bikin. Her carek kû hin cîhan bomba tên teqandin, çalakîyên leşkerî pêk tên û însan dimirin, em nabijin bi rîya aşitî nabe ango em ji paşva gav neavejin. Divê em her tim bêjin aşitî, divê em her tim reya danustandin û bi hevra axaftinê bidin pêş. Gava piçêk aramî pêk tê hin çalakîyên provakatîf rû didin. Ew cara cara ji alîyê hêzên dewletê va pêk tên, cara cara ji liser navê PKK pêk tên. Her dû alîye de ji hêzên kû dixwazin ew şer berdewam ke hene. Xercî wan dewletên kû dixwazin ew şer berdewam ke hene. Dewletên kû berdewam kirina ew werê de berjewendîya wan hene, henin. Ji ber ji divê em nekevin ew dafikê, em teslîmê ew lîstîkan nebin, em bi israr aşitî biparêzin.


Wekû hun ji dizanin di wan rojên dawî li Tirkîyê li ser

” Mafê perwerde bi zimanî Kurdî” gengeşi hene. Di vê derheqê de helwsta we çîye.


Ez ” Mafê perwerde bi zimanî Kurdî” wek mafek siruştî dibînim. Li ser vê gengeşî nabe. Çawa li ser mafê jîyanê gengeşî nabe, li ser ” Mafê perwerde bi zimanî Kurdî” ji gengeşî nabe. Ez ji ber du sebebên bingehîn ” Mafê perwerde bi zimanî Kurdî” diparezim. Ya yekem wekû min li jor got ew mafek siruştî ye, nabe însanek dijî vê mafê derkev e. Ya duwemîn ez ji bo parastina rûmeta ziman xwe yê zikmakî(Tirkî) ew mafê diparezim.

Hêjayê gotinê ye kû niha li Tirkîyê di çapamenî de % 80 rojnamewan ” Mafê perwerde bi zimanî Kurdî” diparezin. Ew tiştek pir başe. Ango li Tirkîyê derîyê pêkanîna perwerda bi zimanî Kurdî vebûye. Divê em vê re de tekoşînê bidomînin.


Serok wezîrê Tirkîye Recep Tayyîp erdoĝan tê Almanya li vir ji bo Tirkên vira ” ” Mafê perwerde bi zimanî zikmakî” daxwaz dikê, lê li Tirkîyê dibêje ” Mafê perwerde bi zimanî Kurdî ” nabe.


Di vê derheqê de serê serok wezîr û desthilardarên dewlet tevlihev e. Ew ” Mafê perwerde bi zimanî zikmakî” û zimanê fermî yê dewletê tevlihev dikin. Zimanê fermî dikare tirkî be, lê bi zimanê Kurdî ji perwerde bibe. Divê em ew pirsgirekê bidin serok wezîr fam kirinê. Lewra serok wezîr gava tiştek baş fam kir edî ewî bernade.


Pirsek klasîk, hûn AKP samîmî dibînîn?


Pirsgirek nesamîmîbûn û nesamîmîbûna AKP ye. Destê me de alawên peyivandina samîmîyetê nînin. Em kirînên AKP dinêrin. AKP mecbure hin tiştan bike, rewşa heyî ya rojhelata navîn, hebûna dewleta Kurd, yekitîya Ewropa ango konjektura îroyin rê nade parastina statukoya Tirkîye. Divê Tirkîye were guherandin. Her gav mirov nikare li ser rêya xwe raste rast biçe, cara cara hin asteng derkivin, divê mirov berê ew astêngan rake. AKP gava hat li ser hukmê, li hembera xwe hêza leşkerîyê dît. Ji ber kû ji leşkerîya xelas be, divê Tirkîye bibe endamê Yekitîya Ewropa. YE ji bo AKP garantîye. Ji ber kû Tirkîyê bikaribe bibe endamê YE divê demokratîze be, divê pirsgirêka Kurd were çarser kirin, divê desthilatdarîya leşkerîya li ser polîtîkayê rabe. Serî de li serê Erdoĝan ji, yê Bulent Arinç ji û yên din de ji titên ûsa nebûn. Em divê cesaret bidin AKP kû gavên pêşvatir bavêje.


Ez wê ji salên dawîya heftê virva nas dikim û dixwînim. Di wan salên dawî de we çend car gotibûn kû Pirsgirêka Kurd ne hebûna dewletek netewî ya Kurd e. Lewra di rojhelata navîn de hemû netew wek Tirk, Ereb, faris û Cihu xwedîyê dewletên xwe yên netewî ne. Li gor we çare çi ye?


Raste kû di salên 1920 an de, piştî şerê yekemîn ya cîhanê di rojhelata navîn de hemû netewan dewletên xwe damezirandin. Pişt ra Cihûyan ji dewleta xwe damezirandin, lê tenê Kurd man bê dewleta netewî. I tê gotin bila were gotin, dawîya dawî Tirkîye dewleta netewî ya Tirkan e, Îran ya farisan e, Îsraiôl ya Cihuyan e, Ereban ji bîst zêdetir dewletên wan hene.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd an divê Kurd ji dewleta xwe ya netewî damezirînin, an ji dewletên heyî li gor daxwazên Kurdan were guherîn.


Em cara yekemîne we li Ewropa tev li çalakîyek Kurdan de dibînin. Hûn dikarin hîsên xwe bi me ra parva bikin.


Ez pir kefxweşim kû ez hatim û tev li çalakîyek Kurdan bûm. Min piştî çil salan li vir birêz Kemal Burkay dît. Em çend rojê bi hevra ne û li ser pirsgirêka Kurd, li ser pirsgirekên demokrasî sohbet dikin. Min firsat dît kû piştî çil salan ji devê wî dîtînên wî guhdarî bikim.

Ez kêfxweşim kû piştî çil salan rewş pir baştir e. Em îro cîhel bawir in.

Min Xelîl Duhokî guhdarî kir, li ser rewşa Başurê firehtir bûm xwedîyê agahdarîyê.


Hûn ji salên 1970 vir va di Medya Tirkîye de kar dikîn. Li ser helwest û zimanê medya Tirkîyê di derheqa pirsgirêka Kurd dikarin çi bêjin.


Gava behsa medya Tirl tê kirin, qesta me medya navendîye, lewra her tim di medya Tirk de dengên alternatîf hebûna. Wek mînak îro rojnama ” Taraf”, kesên wek min, Hasan Cemal û kesên din di medya Tirk de her tim hembera xeta giştî bûne. Medya navendî her tim bûye berdevke polîtikaya fermî ya dewleta Tirk. Dewleta Tirk ji di bin desthilatdarîya leşkerîya de ye. Li gor polîtîkaya dewlet peyivokên ”Kurd” û ” Kurdîstan” tabû ne. Ne kar anîna peyivokên ”Kurd” û ”Kurdîstan” di medya Tirk de pirsgirekên esasî ne. Ew ji sebebên herî girîng ya ne çareserkirina pirsgirêka Kurde. Îro li Irak Dewletek Federal ya Kurdîstan heye, lê dîsa ji medya Tirk nikare bêje ” Kurdîstan” dibêje ” Bakure Iraq”. Min bi cesaretdayîna Turgut Özal di salên nodî de di rojnameya ” Sabah” de her ”Kurdîstan” dinivisand. Min wê gave nivisand kû, ” Di dema meclîsa yekemîn de parlementerên Kurdîstan hebûn, çima em îro nikaribin bêjin Kurdîstan.

Medya Tirk wan sî salên dawî pirsgirêka Kurd tenê wek pirsgirekek leşkerî dibîne. Ji ber wê ji zimanê Medya Tirk bi temamî bûye zimanek leşkerî.

Ji salên virva li Tirkîyê medya bû sektorek û ew sektor bi dewletê va pêwndîyên tîcarî kar anî. Ji ber wê ji medya bu statukoperest. Lê ji salên 2000 virva rewşa Tirkîyê hat guherandin. Li Tirkîyê qadirên kû ne Kemalîstbûn hatin li ser hikum. Ew deh salê ew qadiro hikumetin. Ewana ji li gor îdeologîya xwe medyayek pêk anîn. Ji ortê ew herdû ekolên medya wek ” TARAF” rojnameyek serbixwe derket. TARAF li hembera desthilatdarîya leşkerî li ser civata sîvîl şerek dijwar diajo. TARAF bi manşetên xwe va rojeva Tirkîyê tayin dike.


Not: Ew hevpeyvîn di rojnameya ”Rûdaw” çapa Ewropayê hejmara 73 an de hat weşandin.

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة