Xewn .. Arşek Baravî - Amûdê

حجم الخط: Decrease font Enlarge font

Hezkerên min.. hey ên ku bi min re giriyan, an bi pênûsa min re..di helbesta hingavtî de kovanin, an jî ji we werê ku ez di êş û azar û kovaniyan de.. û roja dirêj tevî bi nalandin dijîm, ha vaye ez bi hengûrê re rojê li pê xwe dihêlim(xatir ji rojê dixwazim) û bêxewiya helbestan boy we dinivîsim, ha vaye ez.. ji xewna xweyî berdewam.. hişyarî û jîrbûnê ji xwe didim gumandarê ku dixwaze rojên minî sayî .. şelû bike, an zîrekiya min bikuje.., ez di dilê xwe de mîna spîbûna berfême.. boy ên ku bi gûmanin ku erê ez di şevekê meha çille(rêbendan-behmen) de jandarê qirr û qeşê û sermême, ev xewna hişyariya mine .. di her saleke ne zindîgorkirî de.. ez xwe bi we re bi naskirin didim.

Pişterast û dilniya bin.. ku min xewna jîneke germ û ne li bîra xwe dît, min mîna çivîkekî.. per û baskên xwe li ser banên Amûdê dadiweşand.. û li laleşê min xwe da ber siyê.. û li deşta Amedê min li bejna Spîndar û Çinarê temaşe kir û min Guhîj û Qizwan û Hilotirşkên çiyayê Omeran.. û Maziyên Dêrika çiyayê Mazî di bîra xwe anîn, min ji Ferat û Diclê têr vexwaribû.. lewra min çû di gola Wanê de jî avjenî(sobelanî) kir.., di ser Zozanê Şerefdînê re firiyam û tahtok û hîmdeyên çiyayê Agirî ji xwîna komkujiya lehengan ... hîn jî sor bûn, kej û demsal ji befra Qarsê re yeker bûn, min buhara Mihabadê û Şahrezûrê xweş didît, lê ez rêwiyê rêya dûr bûm .. bêyî rawestan,ji sêkuça sê sînoran .. Zap jî kesera min bû, Helepçe û Xormal tev gund û bajarên kevnar.., xewnê gefa hişyrbûnê li min dixwar, Cûdî ji min ne dûr bû ..ne Dihok û ne Şingal, Hewlêra xemgîn û Efrîna rengîn, Kûban û Dêrik û Qamişlo jî hîn, Sorsin..Binefş..Gangilok..û..û..û.. tev de xemla welatê min bûn…

Kurd tev birane ev cîh û warê wane, di xewna min de ronahiyêd bajarên min mîna zêr.. diçirisandin, di xewna xwe de min Gwîz û Hinar û Petrîşok.. û şîrê pêsîrên dayika xwe pev re dixwarin, welat ne ev tenêye.., xewn her tiştî nabêje, eveya xewna min bû.., xewna hişyariyê bû, bêyî kovanî bû.. û bêyî girî bû, bêyî hêsir û lehiya çemekî bû, belê ew.. dîlana gewendakê bû, ji çêkirina sazvanekî bû, di asîmanê welêt de sînor û dergevan tune bûn, olgehên hemû ol û ayin û zagonan bi min şa bûn, lê di dilê min de ..şadî serkan ma, kanî kovanî hevalnoooo???

Gelo we hêsirên min dîtin.. çiku ew ji çilapekên baranê bûn, baraneke bi ferr û bêr li deşteke tî bû…???

Ez dil nakim û ne dixwazim.. ku ez civanana bidme we, ez naxwazim bi dîdara we şa bibim, ez ne fîtekî an qedenakî abûrîme..da ez kurrê bavan ji rê bibim(bixapînim), dilê min ne bi kule mîna gotinên we.., bi pişterastî û ewleyî ez li virim, ez li vir.. di navbera dost û hogirên xwe deme.. ewên ku dizanin rêzdariyê bidine mirovan.. û ew boy min zor girîngin.

19/9/2010

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة