Bi rêzdar Tîtalê Kerem, edîtor û redaktorê rojanama „RYA TEZE“ ra hevpeyvîneke zindî!

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

 

Sedîqê Basî : Birakê Tîtal, ez xwe gelekî bextewar dibînim ku, ez îro(29.07.13) di nav vê avaya radiyoya Erîvanê de li te bûme mêvan. Kekê Tîtal ev çend salên ku hûn di vê rojnama „RYA TEZE“ de dixebitin?

Tîtalê Kerem: - Wexta rêzdar Grîşayê Memê di payîza sala 2010 de emrê Xwedê kir pê ve, rewşenbîrên me qirarkirin, wekî ez vî karê „RYA TEZE“ bigrime ser milê xwe. Lê xebata min a di radiyo ya dengê Êrîvan`ê de, ji sala 1990 ve despêkiriye.

Sedîqê Basî : Di beriya vê rêwîtiyê de, min û Pîr Xidir bi hevûdinê ra xeber da û ewî xwast ku tû bersiva vê pirsa wî bidî. Pirs jî wehaye: Weşana „RYA TEZE“ her roj, heftiyê anjî ji mehê carekê û çend hêjmar têneçapkirin?

Tîtalê Kerem: - „RYA TEZE“ heta sala 1991-92 di her mehekê de, heşt caran û ji bo tamamiya hêla Sovyetê derdiket. Ev hêjamar paşê bere bere, di ruyê fînansa ne baş de kêmbû , êdî em nikarin wisa zêde derxin. Em niha di her mehê de, hêjmarekê bi 500 hebî derdixin û wan jî di nava cimaatê de belaş baladikin.

Sedîqê Basî : Birayê Tîtal, gelo ji bo derxistina 500 hebî çiqas pere lazime ?

Tîtalê Kerem: - Em niha „RYA TEZE“ reş û spî derdixin, lê eger em wê bi reng derxînin, hingê ji bona 500 hebî nêzîkiya 300 dolarî lê mesref dibe.

Sedîqê Basî : Raste ku Bingehê Laliş ji te ra jî gotine, emê eseh piştgiriyê bidine „RYA TEZE“ û divê hûn jî hêjmarên çapa wê zêdebikin?

Tîtalê Kerem: - Belê kekê Şêx Şemo, serokê Bingaha Laliş´ê jî di rêya telefonê de ev daxwaza ji min ra got. Min berî niha tenê ji bo mesrefê çapê got 300 dolar e, înca ji xeynî wê derxistinê jî, hîna mesrefê kiriya oda , eleketrîkê û hinek xercên hûre din jî hene. Ji ber ku di zivistanê de gelek elektrîk tê şixwilandin û em nikarin hewqas mesrefê elektrîkê bidin, em nikarin di oda sar de de zêde karbikin. Şêx Şemo gote min, emê li ser vê pirsê bisekinin û dawiyê de xeberekê jî bidin te.

Sedîqê Basî : Emê jî, bêjine serokê Bingaha Laliş Şêx Şemo, em hêvîdarin ev „RYA TEZE“ weke symbolekê di nav civaka mede bimîne, bigihîje wî cîhê ku layîqe û bikaribe hêjî temenekî dirêj di nav civakê de bimîne?

Tîtalê Kerem: - Ez jî we zor zor spasdikim ji bo vê yeka we. Hela ji xeynê wêyekê jî, ez bêjime birayê xwe Sedîq, kek Derwêş Ferho, serokê Estîtuya Kurdî a li Brûkselê jî ji sala 2009 hetanî 2011 alîkarî dida me. Her weha ez birêz Kemal Tolan ra jî, spasiyê xwe eyandikim ku wî hinek pere ji bo alîkariya rojnama „RYA TEZE“ dabûne te û spas ji te ra jî ku te ew bi xwe ra anîn teslîmî min kirin.

Pey wê ra, wele em belaş kardikin û em dêjên, bila ev rojnama „RYA TEZE“ ya ku emrê wê 83 saliye neyê girtin. Miletê başqe yên ku emrê çapemeniya wan bêjim 10 anjî 20 sal e, gelekî pêşanazin û ya me 83 saliye heyf ku meriv bigre. Gelek kes nabêjin anjî nabînin ku rewşa aboriya rojnama „RYA TEZE“ ewqasî çetîne û nabêje ka emê jî bi van zahmetiyan ra alîkariya aborî bikin. Ez bi rastî bêjim, di nava van çend salên ku ez tê de kardikim, gelek cara ez jî acis bûme , lê ez dibêjim bila ev keda hêja bi destên min neyê girtin. Ez gelekî şerm dikim wekî hinek bêjin , rojnama emrê wê 83 salî bi destên redaktor Tîtalê Kerem hate girtin.

Sedîqê Basî : Ez jî di nava civata me Kurdan de dêjim, Kurdên me hêjî di bin bandora serokê partiya xwe de ne. Serokê partiyê çewa bifikire, endamên di bin wî ra jî weke wî difikirin. Kurdên me hêja li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdîstanê de ne bûne netewî. Eger ku ew bi netewî bifikiriyana, hineka ji wan jî yê bikaribûna mîna birêz Dewrêş Ferho nêzîkê vê rojnama Kurdî ya herî kevn bibûna û ew biparêstina. Gelo tû karî ji me re bibêjî, ka ji xeynî birêz Dewrêş Ferho kî nêzîkê vê rojnamê bûne ?

Tîtalê Kerem: - Belê di pêşiya karkirina min de, kî çiqas alîkarî kiriye ez baş pê nizanim. Lê min bihîstiye ku birêz Emerîkê Serdar çûbû Kurdistanê, mam Celal Telebanî jî li Silêmaniyê hinek alîkarî dabuye wî ji bona „RYA TEZE“. Wekî din jî çawa min gudarkiriye, hinek lestik jî li ser „RYA TEZE“ hebûne, hinek rewşenbîran ji min ra gotin ku, ewan hinek alîkarî ji bo „RYA TEZE“ şandibûn, lê ev alîkarî ne gihîşte ber destên me. Jixwe wexta ez jî carekê çûm li Kurdistanê tevî konferansa 14 sal vegeriya rojnamegeriya Kurdî bûm, min hingê derheqa wê pirsê da xeber da û got hal weziyet çewa ye. Lê, li wira merivan ji min ra gotin, “„RYA TEZE“ kirine ticaret”. Min jî ji wan re û gote birêz Hesen Silêvanî, hûn niha wisa dibêjin û dizanin ez berpirsyarê rojnamê me. Çima hûn bi gura merivên başqe dikin? Wekî hûn rast dixwazin bizanîbin, tû ticaret nîne û berpirsyarê rojnamê ez im. Divê hûn têkiliyên xwe raste rast bi min ra girêdin û ne bi destên merivên başqe ku yek wiyalî, yek viyalî ji bona „RYA TEZE“ dike qareqar, lê ew xwe bi xwe jî li vira kar nakin.

Sedîqê Basî : Ez wê rojê li Êrîvanê çûme dawetekê û min bihîst ku gelek dewlemendên Êzdiyan li nav Rusya, Gurcistan û Ermenistanê jî hene. Gelo pêwendiyên we bi wan re ji bo alîkariyekê bidine „RYA TEZE“ hen e?

Tîtalê Kerem: - Sala par, wextê Mîr Tahsîn hate vir, min ji yekî diduyan dewlemendên ji Moskovayê, Rusya yê ra got, ewan jî gotin, erê emê li ser vê pirsê bisekinin, lê tiştek jî nekirin!

Her wisa dîsa gava ez par di 23-24 meha heziran ê 2012 an de hatime “Konferansa Akademikarên Ezidiya a li bajarê Bielefeld”´ê de amade bûm, min li wira jî derheqa rewşa rojnama „RYA TEZE“ de xeber da, gelek hêjmarên ku min bi xwe ra anîbûn li beşdaran belakir û gote kekê Xêrî Bozanî, serokê “Rȇveberiya gişti ya karubarȇn Êzȋdyên li Herêma Kurdistanê” keremkin binêrin, em hê jî viya derdixin. Kekê Xêrî Bozanî jî li wira gote 200-300 mirovên beşdarên”konferansê”, werin emê niha alîkariyê ji bo rojnama „RYA TEZE“ kombikin û dûra gava ku ez vegerime welat, ezê jî li ser vê pirsê bisekinim. Lê baş ra giş belabûn, çûn û yekî jî nehat tu alîkarî neda….

Êdî ez jî ketime dereceyeke wisa na, wextê ku ez sava rojnamê alîkariyê ji yekî dixwazim, ji wî kesî werî ku ez ji bo aboriya xwe alîkariyê jê dixawzim. Ez jî êdî şermdikim……

Sedîqê Basî : Ez di dawiyê de dêjim, bila Xwedê qiwetê û sebrê bide te ! Tû her bijî di nav xêr û xweşiyê de!

Tîtalê Kerem: - Zor zor spas ji bo we, ez jî pir şadbûm ku hûn hatine vira û hûn ser çavên me ra hatine !

Ez ji vê Êrîvana Ermenîstanê gelek silaven germ ji bo birêz K.Tolan, Pîr Xidir û hemî hogiren me ra dişînim!


  •  

Kemal Tolan : Ez jî dêjime birayê Sedîqê Basî û Tîtalê Kerem, gelek spas ku we di nav vê gotebêja xwe ye zindî(ev filmê video yê li cem birê Sedîqê Basî ye) de, rewşa aboriya rojanama „RYA TEZE“, a ku di nav rojnamegeriya Kurdî de, ya here jiyandirêj û maka Kurdolojiyê ye ji me ra daxwanêkirin!

Hêvîdarim ku gelek weltaparêzen Kurd jî bikaribin, ji vê rewşa aboriya rojnama „RYA TEZE“ re bibine alîkar û em nehêlin, ronahiya vê çira ku eva serê 83 salan ji bo parastin-pêşxistina ziman û çanda Kurdî pêketiye vemire. Kesên ku bixwazin hîn zêdetir agehdarî li ser rewşa rojnama „RYA TEZE“ bizanibin, bila kerembikin binêren li mînaka : http://kurdish.ruvr.ru/2009/04/30/449486/ û hwd.


Belê xwandevanê hêja,

weke ku hûn jî dibînin, erka ku di vî warî de kete ser milen min, min ev hevpeyvîn ji ber filmê video ya gotebêja zindî nivîsand û ezê zahf dilxweş bim ku ev berhevkirina min jî bi dilê we be !


Kemal Tolan, Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê.

08.09.13

 

 

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة