Seydayê Tîrêj tîrêjê helbest a kurdî Narîn Omer

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image


Bê guman her kesek ji me mirovan bi nav tê naskirin da ciyaweziya hebûna wî bête naskirin, lê ne her kes ji me ji navê  xwe raziye, lewra ew bi navê kû wî divê xwe dide nasîn.
Seydayê Tîrêj bi navê "Nayîfê Hiso" hate nîşandan, û di nasnameyê de hate naskirin, lê wî baş dizanî kû ew nav ne li gor daxwaza wî ye, ne li himer hirz û vêna wî ye, ne ew navê kû çirûskên sitêra can û bîroka wî wê geştir bikin, lewra wî ew nav li paş xwe hişt, û bi vêna xwe navek dî hilbijart, navek layiqî hebûna wî, layiqî germbûniya hest û coşeyên wî, layiqî kûrbûniya evîniya wî ji welatê wî re, ji gel civaka wî re, ji mrovanetiya wî .
Helbet wî dizanî kû ewê bibe tîrêj a helbest a kurdî di pêşerojê de, û wê helbestên wî bibin awaz û sitran û wê hunermendên kurd bi wan re bifirin û asoyên bilind bi axoşin.
Seydayê Tîrêj ne tenê helbestvan e, belê biskên tîrêja wî weko zimanzan û nvîser û xebatkar jî wî didin nasîn, ji ber vê yekê  navê  wî biye çrûsk û eniya nivîskar û helbestvanên kurd ronî dike, û berhemên wî bîne mîna bawernameyan û bîroka çand û wêje ya kurdî dixemilînin.

narinomer76@gmail.com

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة