FKÊ ÇALEKIYEK DÎROKÎ PÊK TÎNE! ... Merwan RaŞho

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê  gavek dÎrokî davêjin,mirov kare bivîne kû Federasyona Komeleyên Êzdiyan Pistî kongera xwe ya 8 xebatên berçav û poztîf pêktîne,FKÊ gelek hêviyê kû şikestibûn zindî dike,gelek hestên birîndardibûn di cebirîne,bi bawerî,moral û cesaretê demê wezîfên xweyî dîrokî tevdigere, dema kongera FKÊ ya 8 min hat li darxistin.Gelek siyastedmedar,rewşenbir, parlementer û dîroknasa jibo FKÊ  peyamdabûn kû rolê xweyî tifaq û rêxstinî pêkbîne..

Tevî gelek zahmetî û astenga jî,rêvebiriya FKÊ hewldide kû gelek gavên pratîk bavêje,jivan xebatê pîroz jî yekjêjî festîvala Çarşema sor e,roja 20.04.2013  cara yekemîn kû di dîrokê de bi rengekî navendî ê were pîroz kirin.Hemû kurdên êzdî,dost û hevalên wan bi meraqeke mezin li benda vê roja dîrokîne,Jiber vê yekêjî mirov kare  bêje Ev festîval ji bo civaka êzîdiyan xwedî cîhekî gelekî taybet û watedare!..

Pêwîste di serîde kurdên êzdî,hemû dost û xêrxwazên êzdiyan pişgirtina vê çalekiya dîrokî bikin! Bi tevlîbûnek mezin tevlî festîvala 1. ya kurdên êzdî bivin.Divê kurdên êzdî bi hemû rengê xwe festîvalê bi xehmlînin,dibê neyê jibîrkirin pishiya her civakê,bi irf,cejin,edetê kulturî tên ronayîkirin.

Divê em wek ciwanê kurdên êzdî rolek mezin pêkbînin,di vê demêde em li erkên xwe xweyî derkevin.Heta mirov dikare bêjê ku hêza herî mezin jî ciwana pêkhatîye.Jiber vê yekêjî ez banga  xwe li ciwanên kurdin êzidî dikim.Werin em bivin moral,cesaret û paşeroja hêviyên civak û neteva xwe!Werin em li cejna xwe xwedî derkeven, werin em li dîroka bav û kalê xwe xwedî derkevin û ola xwe li dinyayê bi din qebulkirin. Ez banga xwe li hemû ciwanê kûrdên êzdî dikim.Kû roja 20.04.2013 bi girseyî tevlî festîvala Çarşema sor bivin!..

Programa festîvalê

 

Hunermend  Hesen Şerîf

 

Hunermend  Tahsîn Xidir fakir

 

Sîlbûs û Tarî

 

Hunermend  Dilgêş

 

Hunermend  Dilovan

 

Hunermend  Silêman Rengîn

 

Marget Rêzan Zozan

 

Hunermendên Surprîz

 

Zarokên Qewlbêj - Koma Azad û Şîrîn

 

Folklor

 

Serokê(PYD) Salih Muslim

Nûnerê BDPê

 

Sînevîzyon

 

Navnîşana festîvalê:

 

Hannover Congress Centrum

 

Theodor-Heuss-Platz 1-3

30175 Hannover


Merwan RaŞho
merwan3@web.de

 

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة