HAWAR 2 ! ... Merwan RaŞho

حجم الخط: Decrease font Enlarge font
image

Dema mirov dibîna bahsa cejna,newroze ü dîroka kurda tê kirin. Bahsa xwediyê ve dîrokê nay kirin, besa xwediyê aslê newrozê nay kirn, bahsa miletê qahreman naiyê kirin. 
lê dibi ba
ş bê zanîn.êzidî bixwe diroka. ew kesê kû bi dîrokê bileyîze,dîrok wî efu nake 
dîroka êzdiyan bi komkujiyan hatiya nivisandin ü  mirov kare bêja  dîroka êzdiyan dîroka komkujiyan e.

li kurdistanê Bi sed hezara  êzdî hatin kûştin .bi milona hûndabûne, êzdî perîşanbûn,koçberbûn û li cihanê bela bun. bi fermanare ru bi ru man.lê hertim vê civake sere xwe da u sira xwe nedan ü hertim xwedî li nîrxê xwe pîroz xweyî derketina, li ola xwe, li çanda xwe, li zimane xwe û netewa xwe  xwedî derketine, gelo civakek  bi ve berxwedaniya  mezin.dibê ketibûna çi rêzê ü bi van bedelên mezin . dibê çilo behata pêşwazîkirin!?..

Miletê êzdî gelekî agît û mêrxase, gelek kahraman,kesayetî û bedelên mezin dane, jiber weji 73 ferman ser serê êzidiyan rabune, lê êzidiyan hertim li ola xwe,
çand û zimanê xwe parastiye,ti carî ji meydan û cengan nereviyan,gelêk bedelên mezin û giranbuha dane û hertim bi berxwedanê jiyankirine,jiber van sedeman dibê neyê jibîrkirin kû miletê êzdîle   dibin zilm û zora dijiminde,gelek hûndabûnê mezin dane û bi zora şûr ji ola xwe durketine, lê irojî  ev zimanê şêhirîn aniya vê astê û bi bedelê pîroz nehîştiye ev ziman asmila bive,
 

em dibînin gelek kes ser navê êzidiya buna perlemantar û pisporên êzidiyan  lê herema kurdistan ê kû ser navê êzidiyan siyasetê dikin, gelo ka we jibo ve civakê çi kiriya rêzdarên heja? Îro gelê me li Şhingalê di qonaxek zor û dijwar re derbas dibe, ji her wextan bêtir îro divê jibo azadî û alîkariyê jibo gelê Şihngalê re bivin!..


Dengê ne xweşh tê êzdî tên tehdîtkirin.neheqî û zil tê kirin,zarokê wan tê revandin!.Ma gelo çima em ji qederêre hatine berdan? ma qeyî komkûjî,talankirin,asmlasiyaon tenê para me êzdiya ye!?..Ma êdî emê kengê qedera xwe bi destê xwe tayînbikin!..


Kurdê êzdî hertim dîroka resen û bi nîrx parastine,bi serbilindayî di nava hemû tevgêrên kurdîstanê de ciyê xwe girtine û îro ji hemu demê zaftir berxwe didin!.Tevî kû gelek caran ji terefên birayê xweve zerarên mezin dîtinejî lê ti carê ji nîrxên welatê xwe dûrneketine. Gelek ferman û qatîlam ji terefên Osmanî,Ebasî û farisavejî hatine pêkanîn.Êzdî bi hezaran hatine qetilkirin.ko
çberkirin û kûştin!..

Êzdiyên kurdistana azad!

Hêjî pirsgirêkê  parastina û xwedîderketina ezidiyan  bi cih nehatiye?
Em hêvî dikin ku desthilatdariya Kurdistanê bi lez û bez bi karê xwe rabe û rê li ber zilma ku bi dirêjahiya salan li dijî bav ü kale me
 hati kirin bigra!?
Henek mele û radyedarên kurdistanê  dixwazin êzîdiyan
çavtirsandî bikin da welatên bav u kalê  xwe berdin û koçberbivin!..
Di vê dewrana 21 da di  welate bav û kale Êzdiya da, e
şkere li êzdiyan zahmetî tê kirin û hinek  rayedarên dewletê jî dibin hevkarê wê xezebê!?..
Em her tim dibijin miriyê me tucar namirin û şehîdin. Em bi dil û aqil wan tucar ji bir nakin!
73 Ferman rabûn, em tucar nakevin û winda nabin!
Êzdi mora Welat ya  her
çar perçê Kurdistanê ne!.
ÊzdÎ bi Hebuna xwe reng û Xemla welatê Kurdistanê ne!
Bijî azadî, bijî wekhevî û bijî biratî!...
 

Merwan Ra
Ş
ho
merwan3@web.de

  • email أرسل إلى صديق
  • print نسخة للطباعة
  • Plain text نسخة نصية كاملة